ŞENGAL - Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Birahîm bi boneya 6’mîn salvegera fermana 73’an a li ser civaka Êzidî pêk hat, bal kişand ser helwesta pêşmergeyên PDK'ê û got: "Ewil xwe wekî xwediyê vir didîtin. Dema DAIŞ hatin li pişt xwe nenerîn û çûn. Li pêş çavê hemû cîhanê kerasetek mezin anîn serê me. Lê 12 hawariyên HPG'ê hatin û êrîşa DAIŞ'ê şikandin."
Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Birahîm, bi boneya 6’mîn salvegera fermana 73’an a li ser civaka Êzidî pêk hat û serpêhatiyên xwe yên fermanê ku ew bi xwe jî yek ji wan kesan bû ku li dijî êrîşên DAÎŞ'ê şer kir, hem jî di pêvajoyên din de di nav xebatên avakirin û sazûmaniya Şengalê de cih girtî serpêhatiya xwe ya wê demê û geşedanên wê demê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin.
Heso Birahîm, diyar kir ku beriya fermanê kesên ku li vir bûn xwe xwediyê Şengalê û xwedanê Êzidiyan didîtin û dema DAÎŞ hat li pişt xwe nenêrîn û reviyan. Birahîm anî ziman ku kesên reviyan Êzidî di nav lepên çeteyê DAÎŞ'ê de hiştin û wiha got: "Destpêkê ez şehîd û qurbaniyên fermanê bibîr tînin rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Em dikevin 6’emîn salvegera fermanê. Keraseteke mezin li pêş çavê cîhanê anîn serê me Êzidiyan. Ne hêzên li vê derê ku xwe weke xwediyên Şengalê didîtin, ne jî cîhana ku xwe weke parazvanê mafê mirov û azadiyan dihesibîne tiştek ji bo civaka me nekirin, ji vê hovîtiya nehatî dîtin re bûn temaşevan.
PÊŞMERGEYAN BERIYA FERMANÊ DIGOTIN: PÊŞMERGE GELÊ ŞENGALÊ DIPARÊZIN
Heso Birahîm da zanîn ku beriya fermanê 12 hezar pêşmerge li Şengalê bûn û wiha axivî: "Wê demê radyoya Dengê Kurdistanê Şengal hebû. Her roj li ser weşana xwe qireqîr dikir digot 'pêşmerge Şengalê diparêzin, pêşmerge nahêlin tiştek bê serê Êzidiyan, ji bo parastina Şengalê her cure tevdîr girtine, pêşmergeyan hêzeke mezin ya eskerî û çek û cebilxane derbasî Şengalê kir’ û bang dikir. Bi vî awayî hêviyek didan milet. Lê piştî ku Musil, Tilafer, Behenc hwd bajarên girîng ên derdora Şengalê ketin destê DAÎŞ'ê, tirsek di nav milet de çêbibû. Gel bi fikar bû. Lê li ser vê propagandaya pêşmergeyan gel baweriya xwe li wan anî. Roja beriya fermanê em di navbera Borik û Xazûka di nav bostanê xwe bûn. Ew çend car bûn ku DAÎŞ'ê di gundê Xazûka de de çalakî pêk dianîn. Lewre xelkê wê yê koçberî Şengalê bûyî, di riya sînorî re derbasî Başûrê Kurdistanê dikirin. Car caran DAÎŞ'ê pêşî li wan digirt, jin û zarok dikuştin. Me ev tişte li ber çavê xwe didîtin. Me jî ji ber vê metirsiyê dev ji bostanê xwe berdida em nediçûn, lê digotin ‘tiştek nîne, bi DAÎŞ'ê re têkilî û tifaq hene, DAÎŞ êrîşî Êzidiyan nake. Lewre em dîsa diçûn ser bostanê xwe. Lê belê nerihetiyek di dilê Êzidiyan de hebûn. Çimkî bi çavê xwe didîtin ka çi bi serê Musil, Telafer hwd hatine. Lê pêşmergehên PDK'ê nexasim bi riya radyoya dengê Kurdistan heta xuleka dawî, piştî ku pêşmergeyan Şengal hiştî û vekişiyayî jî digotin tiştek nîne, pêşmerge Şengalê diparêze û pesnê wan dida.”
DAIŞ KETE GUND PÊŞMERGE REVIYAN
Birahîm, qala êvara wê roja reş, êvara fermanê kir û got: “Êvara 2’ê Tebaxê em li maleke kirîvên xwe yê Ereb bûn. Agahî ji xwedanê malê re hat ku dibêjin DAÎŞ hatiye, pêşmergeyên ku qaşo ewlehiya sînorê Rebîa û xelkê digirtin, berdidin û direvin. Ango li gorî agahiya ku ji xwedanê malê re hatî digot ku DAÎŞ’î kirasên Erebî didin pêşmergeyan, çekên wan ji wan distînin û wan dişînin. Ango pêşmerge radest dibin..!" Xwediyê malê êvarê hat gazî me kir û got ‘DAÎŞ hat kete gund, pêşmerge reviyan, xwe xilas bikin!’ Em ji gund derketin û me berê xwe da Kersê. Jixwe beriya fermanê malên me li Gundê Kolka yê rajorê Kersê bû. Êvarê dema em hatin gihaştin seytera pêşmergeyan a Sinûnê saet nêzî 00:30 bû. Pêşmergeyan ji me pirsî û got ‘hûn ji kû derê tên?’ Me jî got ‘em ji Gundê Xazûkan tên’ Got li’ wê derê çi hebû ma?’ Me got ‘DAÎŞ kete Xazûka lewma em reviyan.’ Pêşmerge xwe li ser min de aciz kir, gef li min xwarin û got ‘Hûn ji kesî re bêjî ku DAÎŞ ketiye Xazûkan ez ê niha we li vir bigirim.’ Min jî got ‘ma em çi bêjin?’ Got bêjin ‘pêşmrege li wir in!’ Min jî got ‘heke pêşmerge li wir bûya em nedirevîn, DAÎŞ kete gund û pêşmergeyan berda û reviyan!’ Dîsa xwe di ser min de aciz kir û got ‘niha ne ji bo xatirê van zarokan bûya min nedihêla tu biçî!’ Beriya wê jî dema DAÎŞ'ê li wan deran çalakî dikirin û diçûn, pêşmergeyan bi hejmareke zêde ya seyare û çekan dihatin qerebalixî dikirin û ragihandina wan jî digot pêşmerge hat bi tundî bersiva DAÎŞ'ê da û DAÎŞ şkand! Lê rastî ne wisa cuda bû.
DAIŞÊ JINÊN ÊZIDIYAN BIRIN Û MÊR KUŞTIN
Heso Birahim qala sibeha 3’ê Tebaxê jî kir û wiha pêde çû: "Serê sibehê me lê nihêrî, her kes direve, çavê her kesî li bazdanê ye. Qêr û hewara zarok û jinan e. Ango alozî û nediyariyeke zêde heye. Karwanekî pêşmergeyan ji aliyê çilmêran re ji Şengalê hatin. Xelk çû pêşiya wan û bertek nîşan dan ka çima diçin. Lê pêşmergeyan got em naçin, em ê biçin ji milê Deriyê Şîlo re lê bizivirin û DAÎŞ'ê bixin çemberê! Piştî wê milet jî jê bawer kir û pêşiya wan vekir.
Piştî wê her kêliya derbasî dibû, telefonek dihat û digotin DAÎŞ'ê cihek girt. Gotin DAÎŞ gihişt Geliyê Şîlo, deriyê Şîlo girt, DAÎŞ kete Sibayê, kete Tilizêr… hwd din her ku çû DAÎŞ herêm yek bi yek digirt.
Destpêkê gotegot hatin belavkirin û gotin bila paçên spî rakin DAÎŞ tiştekî nake, DAÎŞ tenê hatine nizama herêmê pêk bîne! hwd gelek gotegot dihatin belavkirin. Lê paşê agahî hatin ku DAÎŞ'ê keçik û jinên Êzidiyan birin, mêr û ciwan kuştin. Dema ev agahî belav bû, tirs û fikara heyî zêdetir bû û panîka di nav xelkê de gihaşt asta herî jor!"
PÊŞMERGEYAN LI DIJÎ DAIŞÎ ŞER NEKIRIN
Birahîm, destnîşan kir ku ewqas hêzên leşkerî, pêşmerge, çekên giran li Şengalê bûn, pêşmergeyan lê hiştin û çûn û wiha lê zêde kir: "Pêşmergeyan gotin em nikarin li hemberî DAÎŞ'ê şer bikin. Vê jî hişt ku qudûmên civakê bişkê civak bê hêvî û bê bawer be!”
Birahîm bal dikêşe ser berxwedaniya wê şevê ya li hemberî DAÎŞ'ê pêk hatî jî û wiha pêde diçe: “Jixwe wê şevê li komalgehên Girzerik, Tilizêr, Tilqeseb, Sîba Şêx Xidir li van herêman gel berevanî kir. Hêj niha jî hestiyên berxwedêran li ber riyan li çolê ye. Berxwedaniyeke milet hebû lê propagandaya dihat kirin wisa dikirin ku gel li ber xwe nede, radest be. Lewma xelk şkestibû û tirseke mezin ketibû milet!”
Heso Birahîm behsa çend gerîlayên wê demê li Şengalê bi awayekî veşartî diman jî kir û wiha vegot: “Heta wê demê min heval nedîtibûn û min nizanî ka gerîla, an jî PKK li Şengalê heye. Car caran dihat gotin ku hinek gerîlayên PKK'ê li van deran in lê heta wê demê min nedîtibûn.
ÇIYAYÊ SERDEŞTÊ ÊZIDÎ HEMBÊZ KIR
Roja 4’ê Tebaxê, Xidir Teala telefona bavê min kir û got: ‘Hinek heval li vê derê ne, em bergiriyê dikin. Hevalan seyareyeke DAÎŞ'ê ya ku dixwest bikeve çiyayê Şengalê lê dan, teqand û DAÎŞ’iyên tê de kuştin. Em jî bi hevalan re ne û em nahêlin DAÎŞ vê derê re bê bikeve çiyayê Şengalê.’ Piştî wisa got, min jî çeka xwe girt û got ez jî diçim. Çend xortên me yên dîtir ên xwedî xîret jî xwe kar kirin û me got em ê Deriyê Kersê bigirin, hûn jî vîrajên li aliyê Çilmêran bigirin û xelkê me yê di çiyê de mayî bila li Serdeştê li berxwe bidin, em ê gel di vê herêmê de biparêzin. Çimkî di vê herêmê de kanî, av heye, bostanên berê xelkê çandî, ango fêkî hebû, pez hebû, berê hinek malan tiştên jiyanî biribiûn holikên xwe yên wê derê, genim bû hwd.. ango kêm be jî heta demekê gel dikariya li vê derê li ber xwe bida, xwe li ser piyan bigirta. Ji aliyê bajarê Şengalê ve li milê amûd-çilmêran, li aliyê dîtir ve jî deriyê Kersê hate girtin, miletê me yê ji ber fermanê xwe spartî çiyê jî li herêma serdeştê karî xwe bistrîne.”
PIŞTÎ ÇALAKIYA HEVALAN HER KESÎ BAWER KIR KU DAIŞ DIKARE TÊK BIÇE
Birahîm bal dikêşe ser reva pêşmergeyan ka çawa gel li pey xwe hiştî, ne tenê gel, ka çawa cilên li ser xwe derxistî û avêtî û li piştî xwe nenêrî reviyayî û wiha berdewam kir: “Dema em hatin Deriyê Kersê, li wê derê mirov dikarî bi barê seyareyan cil û berg, postal û kum, çek û rextên pêşmergeyan li wê derê kom bike. Cihê ku niha weke Baxçeyê Serok hatî çêkirin, ciheke nepenî bû, hema hatibûn li wê derê cil û berg, çek û rext her tiştê xwe li wê derê avêtibûn, cilê sivîl li xwe kiribûn û revîbûn. Ev ne tenê gotineke, min bi xwe çavê serê xwe dît. Piştî ku DAÎŞ'ê bihist ku hevalan li amûdê seyareya wan teqandiye, milê çilmêra û deriyê kersê ji aliyê HPG'ê û ciwanên Êzidî ve hatine girtin û tên parastin, êdî nekarîn wisa serbestî êrîş bikin û pêş de bên. Çimkî berê wisa dabûn têgihandin ku ‘DAÎŞ’î nayên kuştin, kes nikare li ber wan xwe ragire û şer bike.!’ Lê piştî ku hevalan seyareya wan rûxand, çeteyên tê de hatin kuştin, her kesî bihîst û dît ku DAÎŞ’î jî weke her kesî mirov in, tên kuştin û dikare bên têkbirin..!"
HPG HATIN HAWARIYÊ
Heso Birohim bal kişand ser geşedanên roja 4’ê Tebaxê û rojên dîtir û wiha axivî: "Roja 4'ê Tebaxê ji rojên dîtir dilêştir û zehmetir bû. Çimkî wê rojê gelek xelk kete destê DAÎŞ'ê. 5’ê Tebaxê ji bo ku hejmareke zêde ya milet kete geliyê Kersê êdî hêdî hêdî xwarin û xurek kêm dibû. Heman rojê me komek ciwanan xwe kar kir û me got em ê biçin Sinûnê; çend seyare em ê şer bikin, seyarên dîtir ên li pey me bên bila xurek li seyareyan bar bikin û ji xelkê li Geliyê kersê û Serdeştê re bibin. Hevala Hedar, hevalê zagros, şehîd Canpolat, van hevalan gotin neçin, hûn biçin hûn ê bikevin kemînê dê DAÎŞ li we bide hûn ê hemû şehîd bibin. Piştî ku me israr kir wan jî got nexwe em ê jî bi we re bên. Min wê demê zêde heval nas nedikirin. Lewre min bi xwe jê re got ‘na wele hûn nayên. Hûn Kurd in. Kurdên beriya we xiyanet li me kir, hûn ê jî li me bikin! Lê heval bi me re hatin. Em çûn Sinûnê, bi DAÎŞ'ê re şer çêbû, gelek alîkarî ji çeteyan re hat, çend heval jî birîndar bûn û en neçar man dîsa paşde vekişin Geliyê kersê. Roja 6’ê Tebaxê heval bi komeke ciwanên Êzidî re bi fedaiyane çûn ketin navbera Dugur û Duhola girtin û rêyek vekirin û em ketin Dugurê.”
Birahîm bal dikêşe ser destwerdana YPG û HPG'ê û hatina gerîla, vekirina korîdora mirovî û wiha pêde diçe: “Piştî 6’ê Tebaxê êdî şervanên YPG’ê û gerîlayên HPG'ê hatin hewariyê. Korîdora mirovî hat vekirin, xelkê me yê ji fermanê xilas bûyî derbasî Rojava hat kirin. Dîsa êdî pêvajoya avakirina Yekîneyên Berxwedana Şenglaê (YBŞ) ên ji ciwanên xwedî xîret ên Êzidiyan pêk dihat, destpê kir. Piştî wê dîsa riya di navbera Ceza û Şengalê de hat girtin û nêzî çar mehan çûn û hatina Şengalê hat girtin. Şengal ji çar aliyan ve ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dorpêçkirin, rewşeke zehmet destpê kir. Di wê rewşê de jî siyaseteke qirêj li ser civakê hat meşandin. pêşmergeyan bi firokeyan erzak û xurek anîn û ji firokeyan avêtin xwarê; dan yên nêzî xwe yên ne bi wan re nîn bûn nedan, mirov bi birçiyan mirin lê ev siyaset hat meşandin. Xelkê me hemû bûn şahidê wê pêvajoya trajîk!
AXA MIROV BERÎ HER TIŞTÎ YE
Wê demê hevalê Egîd Civyan ê fermandarê gerîla, hinek arvan li cihekî weke tedbîr ji bo gerîla rakiribû. Piştî gel wisa birçî ma, hevalê Egîd ew arvan şand ku li ser gel bê belavkirin.”
Birahîm bal dikêşe ser pêvajoya avakirina sazî û dezgehên Şengalê û wiha dibêje: “14-01-2015’an Meclîsa Avaker a Şengalê ji aliyê komeke kesayetiyên Êzidî yê li di pêvajoya berxwedanê de rol lîstîn ve hat avakirin. Min jî di nav de cihê xwe girt. Wê demê tenê TEV-DA ku beriya fermanê hatibû avakirin hebû. Kesayetiyên di nav TEV-DA de cih digirtin û xwedî ked bûn pêşengiya vê pêvajoyê kirin. TEV-DA, bû çavkaniya avakirin sazî û rêxistinên Şengalê. Meclîsa Xweser, PADÊ, şaredarî, hêzên leşkerî û asayîşî li ser vê zemînê ava bûn û pêş ketin. Di pêvajoyên paşê de sazî û dezgehên pêwîst ên weke çand û huner, tenduristî, perwerde, xizmetguzarî, asayîş, trafî, saziyên jin û ciwanan hwd hatin avakirin.”
Heso herî dawî bang li xelkê Êzidî kir û got: "Axa mirov beriya her tiştî ye. Ax û welatê mirov rûmet û sedema hebûna mirov e. Beriya her tiştî ye. weke gotina pêşiya gotî ‘çavê li deriya xwelî li seriya’ divê çavê me ne li deriyê xelkê û destê xelkê be. Divê çavê me avakirin û pêşdeçûna Şengal û Êzidxanê be, divê baweriya me li me bi xwe, li hêzên xwe li egîd, xweşmêr û mêrxasên xwe bînin. Divê civaka me xwe bide hev tifaqa xwe pêk bînin û xwe li hemberî fermanên din biparêzin!”
Присоединяйтесь к ОК, чтобы посмотреть больше фото, видео и найти новых друзей.
Нет комментариев