Ev cejn – jibo rê û risman, li gor bîr û baweriya êzdiyan – li înîya ewil ji meha Kanûna pêş tê pîroz kirin. Rojî di roja duşemê şev de destpê dibe heya roja pêncşemê, pey wê re cejn pîroz dikin. Rojî û Cejnên ezdîyan, xwedîyê dîrokeke pir kevn in. Wateya wan di rêza ol û civaka me de gelek hêja ye. Divê em Rojî û Cejnên xwe, weke nimûneya xweyî derketina ol, îman û erkanê xwe bibînin. Rojî û Cejn di hemû bawerîya de cihekî wan ê watedar heye. Ji bo bawerîya Ola êzda û Çanda êzdîyatiyê hê watedar e. Ji ber ku berî her tiştî civaka êzdî û bi taybetî êzdîyên derveyî welat, divê Bawerî û Çanda xwe biparêzin û lê xwedî derkevin.
Gelî êzdî û bawermendê ola ezda, em dixwazin we agahdar bikim, ku di vê mehê da eyda êzdîyaye sereke ye – Eyda Siltan Êzîdê Sor. Çawa me êdî got, ev eyd li înîya ewil ji meha Kanûna pêş tê pîroz kirin. Îsal ev dikeve 16-ê meha kanûn. Lê, 13,14,15 mehê sê roj rojî ne. Hêjayî gotinê ye, ku her herêmek, her rêgîyoneke welatê bav û kalê me da hinek taybetmendî û xisûsiyetê erf û edeta hebûn. Êzdîyên Welatê Xalta (Sêrt û Diyarbekir) û êzdîyên alîyê Mêrdînê û Bota, her wisa parek êzdîyên Sûriya û Îraqê di meha kanûnê da 9 rojan rojî ne. Ew tevî hemû êzdiyan rojîyê Siltan Êzîd digrin, lê heftêk berî wê sê roja Xudanê mala xwe ra rojî digrin, û heftiya pêşiya wê jî sê roja Şêşims ra digrin, çimkî Şêşims meferê mêrê êzdî ye. Gerekê bê gotinê, ku di nav êzdiyên Serhedê da jî, heftiya berî rojiyê Siltan Êzîd li roja çarşemê her kesekî bona xudanê xwe rojek digirt. Wek em dizanin, niha cem birayê me êzdiyên Tirkiyê, ku piraniya wan niha li Almaniya dijî rojên pîroz in.
Bila Sultan Êzîdê Sor rojiyê êzdiyên cihanê qebûl bike û xêr, bereketê û aştiyê bîne nav miletê me û seranserê dinyayê! Eyd- Cejna Êzîdê Sor li gelê êzdî yên dinyayê bimbarek û pîroz be! “HOLE HOLE, HOLA SULT’AN ÊZÎDÊ SOR E!”
Присоединяйтесь к ОК, чтобы подписаться на группу и комментировать публикации.
Комментарии 1