Piştî vê ne'mê min tevî E'lî At'alan bi r'îya t'êlêfonê xeverda. Ji alîyê E'lî At'alanda minr'a hat şirovekirin, wekî ev civîn t'enê ji bo êzdî û êzdîtîêye. Bes piştî vê yekê çendek berî vir beyanek medîayêda belavbû li derheqa civînê û k'ê wê li civînêda beşdarve. Ez gelekî xemgîn bûm, ku min li nav wan navada usajî xwend navê wan mirovan, ku t'u tişt nekirina bona êzdîtîyê, ku h'ert'im xwestine êzdîya bifroşin (mirovê usar'a divêjim, ku êzdî ne yê bazarane, k'ê çi dike xwe dike, ew xwe difroşin, neku miletê êzdî). Isajî ew hate xanê, ku p'ara mezin wê beşdarvin êzdîyê sîyaseta (partîyê) k'urdîva girêdayî û wira bes navê du sê kesaye, ku sîyaseta k'urdîva girêdayî nînin. Li derheqa vê civînê ev çendeke isajî gele fikir diger'in, ku ev civata dixwaze "êzdî bide naskirin çawa dîn, lê milet, yanêjî net'ew çawa k'urd". Ez nizanim r'aste yanê na, bes ev fikir nezîkî r'astîêye, çimik p'ara bitir, yê ku wê civînêda hazirvin, navê wan mirovane, yê dijminê miletê xwe êzdîne. Ez t'u tiştê nebaş naxwazim bejim derheqa miletê k'urd, çimik îro k'urd hene, ku qebûl dikin êzdî çawa milet û serê xwejî wê bidin bona êzdîya. Gotinê min bona sîyaseta k'urdîye, bona partîyê k'urdane, ku xayîntîyê miletê êzdîr'a dikin û berç'e'vê dinîayê k'arê assîmîlasîonê ser êzdîa dimeşînin. Îro dijminê êzdîya ne miletê k'urde, dijminê êzdîya sîyaseta k'urdîye û ew êzdî, yê ku xwe "k'urd-êzdî" hesav dike. Gelî xêrxwaza, t'une milet "k'urd-êzdî", heye net'ewa Êzdî û heye net'ewa K'urd. Vira pirsekî ner'astîyê t'uneye. Lê mesela sîyaseta k'urdî, ku dixwazê êzdîya bike k'urd çîyê?, ewe, ku h'emû dinîya dizane, ku Şêxan, Başîq û Bahzan, Şengal û dor û berê wê berê berêda êzdîa wira jîyan kirîye û t'enê îzina êzdîa heye li ser wê axa xweye kevnar serbixwebûnekê ava bike. Û eve me'nî, ku sîyaseta k'urdî dixwazê "êzdîya nîşan bide çawa dîn, miletjî çawa k'urd", yanê dixwazê li ser navê êzdîya welatê xwe ava bike. Ez dîsa gotina xwe diwek'ilînim, miletê k'urd nîne dijminê êzdîya, dijminê êzdîya sîyaseta k'urdîye û êzdîên xwefiroş. Lê çi tê gotinê derheqa wê civînê, ku min jor gotî, ez fikira xwe divêjim, ku ez hîvîme, wekî civînê bê derbaskirin bes bona k'arê miletê êzdî û avakirina welatê Êzdîxanê û Xwedê bike, ku ew gilî ne r'astvin, çimik gava r'ast bûn, wê demê emê r'astîya Xwedê bidine e'yankirin.
Khdr Hajoyan 13.04.2017
https://youtu.be/XA08-61TFcs
Присоединяйтесь к ОК, чтобы подписаться на группу и комментировать публикации.
Комментарии 4